May 10, 2021 12:40 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê keştiyek biçûk noqî avê bû: Herê kêm 28 kes mirin

Li eyaleta Nîcer a Nîjeryayê keştiyekî biçûk a 60 kes têdebûn noqî avê bû û di bûyerê de herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kesên din bê ser û şûn bûn.

Berpirsê herêmî yê Zumbayê Mallam Adamu Ahmed ragehand, li çemê Shiroro yê ser bi herêma Zumba ya eyaleta Nîcerê keştiya ku rêwî û tişt têdebûn ji ber barê giran noqî avê bûye.

Wî herwaha got: Di keştiya ku  noqî avê bû de zêdetirî 60 kesan hebûne ku di bûyerê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî winda ne. Lê belê paşê rayedarên din ragihandin ku di vê bûyerê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî bê serûşûn in.

Birêvebirê Giştî yê Ajansa Birêvebirina Karên Acîl a Hikûmeta Nîjeryayê Elhacî Ehmed Înga jî dibêje: Keştiyeke darîn a ku 100 kes tê de bûn li dareke qalind ket û qelibî nav ava çemê Shiroro ku di encamê de 28 kes mirin û 7 kes jî hîn bê serûşûn in. 

Ew dibêje ku xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Serepeyv