Milîşan çekdar êrişî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê kir
Milîşên çekdar êrişî navenda Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê ya li Terablusê kir û xwest wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menquş îstîfa bike.
Piştî civîna rêveberiyên milîûên çekdar bi serokê îstixbaratê El-Terablusî re ku ji kar hatiye derxistin û bersivdayîna daxuyaniya wezîra karên derve ya ku bang li hêzên biyanî û çeteyan kiribû ku ji welêt derkevin, ev êriş pêk hat. Her wiha milîşan di êrişa xwe de, erkdarkirina lîwa El-Eyîb di rêveberina îstixbaratê de li şûna El-Terablûsî red kir.
Di dîmenên belavkirî de, diyar dibe ku çawa milîşên çekdar êrişî cihê civîna meclisa serokatiyê dikin ku li Otêla Corinthia ya li paytext Terablusê hatibû lidarxistin. Her wiha li derdora otêlê ji aliyê milîşan ve bi dehan erebeyên leşkerî û doçka hatine dorpêçkirin.
Rayedarekê Lîbyayê got: “Otêla Corinthia ya Terablusê navendek ji navendên civînên Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê ye û di êrişê de zirar negihêşt tu kesî."