May 08, 2021 20:15 Asia/Tehran
  •  Biden û Pûtîn dê li hev bicivin

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden roja înê got ew texmîn dike ku hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re di demeke nêzîk de pêk bîne û nakokiyên heyî di navbera wan de dê pêwîstiya wan beriya hevcivînê bi çareseriyê tune be.

Li gorî Reutersê, Joe Biden roja înê li Koşka Spî ji rojnamevanan re got tevî ku Rûsyayê hêzên xwe li nêzîkî Ukraynayê zêde kirine, lê ew dixwaze hevdîtinê bi Pûtîn re pêk bîne.

Li gorî bersiva pirsa derbarê hevdîtina Pûtîn di Hezîranê de wiha got: “Ez bawer im em ê bikarin vê yekê bikin. Tu dem û cihê me yê diyar tune ye. Xebat li ser vê tê kirin.”

Ajansa TAS a rûsî li ser navê berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov ragihand ku Rûsyayê derfeta lidarxistina civînekê di navbera Pûtîn û Biden de nîqaş dike.

Serepeyv