Dengvedana berfireh a gotinên Rêberê mezin ê Îqnilaba Îslamî di medyayên navneteweyî da
Gotinên Rêberê mezin ê Îqnilaba Îslamî bi boneya Roja cîhanî ya Qudsê tûşî dengvedaneka berfireh di medyayên navneteweyî da bû.
Sputnik, Reuters û France Pressê ji wan medyayan bûn ku gotinên Rêberê mezin ê Îqnilaba Îslamî ragihandin.
Ajansa Sputnikê di nûçeyeka lezgîn da tevî amajeya bi axaftina îro Îniyê ya Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Îqnilaba Îslamî di roja cîhanî ya Qudsê da ji zarê wî nivîsî: Rêjîma Siyonîst sserbazxaneyeka terorîstî ye û têkoşîan dijî wê erka giştî ye.
Reutersê jî tevî amajeya bi gotinên Rêberê mezin ê Îqnilaba Îslamî ji zarê wî li ser dewama têkoşîna welatên îslamî dijî Rejîma Siyonîst pêgirî kir.
France Pressê jî ji zarê hezretê ayetullah Xamineyî, nivîsî: Rejîma Siyonîst serbazxaneyeka terorîstî li dijî gelê Filistînê û gelên din ên misilman e; Loma têkoşîna dijî wê, têkoşîan dijî zilm û terorîsmê û erka giştan e.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dawîn Îniya meha pîroz a Remezanê û Roja cîhanî ya Qudsê tevî amajeya bi guhertina cidî ya hevsengiya hêzan li sser xêra cîhana îslamê û bereya berxwedanê, û li aliyê din alawaziya aşkira ya hêza Amerîka û Rêjîma Siyonîst, asayîkirina pêwendiyan tev çend dewletên lawaz wek astenga hereketa ber bi lawaziyê ya rejîm adagirker nezanî û tevî pêgiriya li ser cihanîna daxwaza mentiqî ya giştpirsînê ji hemî şêniyên sereke yên Filistînê jibo diyarkirina pergala siyasî ya vî welatî, xitabî têkoşerên filistînî, got: Têkoşîna xwe ya rewa û exlaqî dijî rejîma sexbker bi qasekê bidomînin ku neçar bibe vê daxwaza pêşketî bipejirîne.
Îro înî, 7ê Gulana 2021ê (7ê Ordîbihişta 1400î) hevdem digel 24ê Remezana 1442an, Roja Cîhanî ya Qudsê ye.
Îniya dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.