May 06, 2021 23:03 Asia/Tehran
  • Çekdarên Talîban li Efganistanê dest bi ser du bajaran de girt

Çekdarên koma Talîbanê li Efxanistanê dest bi ser navçeyeke girîng a bakurê Efxanistanê de girtin û li hejmareke navçeyên başûrê wî welatî jî dest bi êrişan kirin.

Şeva derbasbûyî piştî çend saetan ji şerê di navbera hêzên ser bi koma tundrew a Talîbanê û hêzên ser bi hikûmeta Efxanistanê ve, çekdarên Talîbanê kontrolkirina bajarên Berka û Baxlan li herêma Baxlan li bakurê Efxanistanê ragihand, lêbelê kenala Tiluî diyar dike ku tenê du binkeyên serbazî yên artêşa Efxanistanê li bajarê Baxlan ketine destê Talîbanê.

Ev êrişa Talîbanê ya li bakurê Efxanistanê hevdem bû li gel êrişên din ên wê koma tundrew li navçeya Hêlmandê li başûrê wî welatî ku ew êriş bûne sedema koçberbûna bi hezaran kesan.

Hikûmeta Efxanistanê jî ragihand ku di heyama 24 saetên derbasbûyî de çekdarên Talîbanê li navçeyên ciyawaz ên Efxanistanê nêzikî 100 êriş pêk anîne ku beşek ji wan rûbirû bûn li gel artêşa Efxanistanê û li çend navçeyan jî li ser rêyan bombe bi karwanên serbazî yên Efxanistanê ve teqandine.

Berpirsên Efxanistanê amaje bi wê dikin ku ji ber şerê Baxlanê li bakurê welat 9 serbazên Efxanistanê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Êrişên çekdarên Talîbanê di demekê de ne ku Amerîkayê biryar daye, li gor plana Koşka Spî heta 11ê Îlona îsal hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne.

Berpirsên hikûmeta Efxanistanê diyar dikin, piştî ku Amerîkayê biryar da vekişîna serbazên xwe ji 1ê Gulanê ta 11ê Îlonê dirêj bike, êriş û çalakiyên Talîbanê li Efxanistanê zêde bûn.

Serepeyv