Nîsan 29, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • Joe Biden îdiayên derbarê Bernameya navokî ya Îranê dubare kirin

Serokomarê Amerîkayê careka din îdiayên xwe derbarê Bernameya navokî ya Îranê dubare kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokomarê Amerîkayê roja Pêncşemiyê di axaftina xwe li Kongreyê bêyî amajeya bi derketina yekalî ya Waşîngtonê ji Lihevkirina Navokî îdia kir ku ew ê derbarê bernameya navokî ya Îranê bi hevpeymanên xwe hevkariyeka nêzik bike da ku bi riya dîplomasiyê û pêşîlêgirtinê gefên ji ber wê vekolîne.

Joe Biden di beşeka din a axaftina xwe ya bêyî eşareta bi êrîşa Amerîkayê ser Efganistanê û du dehikan şer û xwînrijandinê li vî welatî îdia kir, piştî 20 salan niha dema wê ye ku hêzên amerîkî vegerin Amerîkayê.

 

Serepeyv