Nîsan 18, 2021 21:46 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn

Li eyaleta Wisconsin a Amerîkayê di cîheke aheng û keyfxweşiyê de êrîşeke çekdarî pêkhat û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Amerîkayê ragehandin îro 18.04.2021ê saetên sibehê li bajarokê Somers ê ser bi bajarê Kenosha eyaleta Wisconsinê li ser mekanekî ahengên keyfxweşiyê êrîşeke çekdarî pêkhata û di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Herwaha got birîndar rakirine nexwaşxanê.

Herwaha polîs jî ragehand, heta naha nasnama êrîşkaran nehatiye aşkera kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kirine.

Serepeyv