Nîsan 17, 2021 00:37 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 8 kes mirin

Li bajarê Indianapolis a Amerîkayê êrîşeke çekdarî hat jiyan kirin û li gor daxuyaniya fermî ya hatiye dayîn 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya fermî ji ber êrîşê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesê êrîşkar jî piştî bûyerê xwe kuştiye.

Hat ragehandin êrîş li şîrketa kargo û neqliyê ya FedEx pêkhatiye. Li gor daxuyaniya FedEx ku ji CNN Internationalê re bi nivîskî daxuyanî dane, bûyer piştrast kirine.

Daxuyaniyê de hat gotin; Nêzîkî balefirgeha Indianapolis di binkeyekî FedExê êrîşek pêkhatiye. Ewlehî tişta herî serekî ya me ye, fikra me li gel hemû kesên ku ji êrîşê bandor bûye ye.

Di dema kar de karmendên wê şîrketê nikarin telefon bikarbînin, ji ber wê jî kesûkarên karmendên wê şîrketê di bendewariya agahiya kesên xwe ne.

Serepeyv