Berdevkê hikumeta Fransayê: Cihê komeleyên tirkan li Fransayê nîn e
Berdevkê hikumeta Fransayê destnîşan kir ku guman li ser hin komeleyên tirkî hene, ji ber ku îmzekirina peymanên li dijî tundrawiyê red dikin û li gorî nirxên komara Fransayê tev nagerin û got “Cihê wan li Fransayê nîn e.”
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Berdevkê hikumeta Fransayê Gabriel Attal diyar kir ku komeleya “Mîllî Goruş” a tirkî nirxên komara Fransayê binpê dike û ajandeyên derve û planên hikumeta Tirk pêk tîne, ji ber wê cihê wê li Fransayê nîn e.
Attal ji medya Fransayê re ragihand ku ev komele li dijî nirxên komara Fransayê, li dijî wekheviya di navbera zayendan de û li dijî rûmeta mirovahiyê disekine. Attal got dê baş be ku ev komele li Fransayê kar neke, lê belê diyar kir ku daxuyaniyên wî nayên wateya qedexekirina wê komeleyê.
Wan daxuyaniyan di hefteyên dawîn de rojeveke nîqaşê ya berfireh li Fransayê çêkir.
Komeleya “Mîllî Goruş” tevî du rêxistinên din di Çileya borî de îmzekirina peymaneke li dijî tundrawiyê red kiribû.
Mîllî Goruş” komeleyek tirkî ye û navenda wê li bajarê Koln ê Almanyayê ye. Damezirînerê wê, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Necmettîn Erbakan e ku wekî “mamosteyê” Recep Tayyîp Erdogan tê hesibandin.