Adar 31, 2021 07:58 Asia/Tehran
  • Teqeziya Ermenistanê li ser dewama pêwendiyên stratejîk bi Rûsiyê ra

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Rûsiyeb wek hevpeymana stratejîk a Yêrîvanê da zanîn ku di mewqiyên hestyar da alîkariya vî welatî dike.

Li gorî rapora Armen Newsê, Ara Ayvaziyan, Wezîrê karên derve yê Ermenistanê di civîna Komîteya hertimî ya Pêwendiyên derveyî ya Meclîsa Neteweyî ya vî welatî da tevî sipasiya ji rola Rûsiyê di bidawîanîna şerê Qerebaxê da, hewildanên Moskoyê di tûşa parastina berjewendiyên Ermenistanê da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê got: Eva ku dibêjin siyaseta derveyî ya Ermenistanê girêdayî bi Rûsiyê ye, rast nîne.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê her wiha got: Yêrîvan piştrast e ku Mosko heke pêwîst bike dê erka xwe wek garantorê ewlehiya Ermenistanê cih bîne.

 

Serepeyv