Adar 30, 2021 08:16 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Fransayê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî şeva borî gihîşt Parîsê û biryar e îro Sêşemê ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê bicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, gihîşt paytexta Fransa bajarê Parîsê û îro Sêşemê 30ê Adara 2021an li Koşka Elyseeyê li Parîsê ligel Macron dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê duh ragihandibû, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna li hemberî DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Serepeyv