Adar 23, 2021 15:03 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên Koronayê li Amerîkayê zêde bûye

Li gorî amara herî nû ya zzanîngeha Canz Hapkînzê, hejmara goriyên Koronayê li Amerîkayê ji542 hezar kesî derbasî bû.

Li gorî amara roja Yekşemiyê ya Zanîngeha Canz Hapkînzê, Bi mirina herîkêm 442 kesên din, hejmara goriyên Koronayê li Amerîkayê gihîşte 542 hezar û 356 kesî.

Ev amar nîşan dide ku bi tûşbûna herîkêm 38 hezar û 157 babetên nû, hejmara giştî ya tûşbûyiyên bi Koronayê li Amerîkayê gihîşte 29 miliyon û 818 hezar û 157 kesî.

Antonî Faûçî Rêveberê Enistîtûya Neteweyî ya Nexweşiyên vegir û Alerjiyê hişyarî da ku pêla nû ya tûşbûna bi Koronayê dikare di rê da be.

Ev amar di halekî da tê ragihandin ku Îsa Haçînsin fermandarê komarxwaz ê parêzgeha Arkanzasa Amerîkayê ragihand ku nîvê alîgirên Donald Trumpê serokomarê berê yê Amerîkayê naxwazin ku vaksîna Koronayê werbigirin.

 

 

Serepeyv