Rexneya berpirsê mafên mirovan ê Ermenistanê ji Ilham Eliyêv
Adar 11, 2021 09:53 Asia/Tehran
Berpirsê Mafên Mirovan ê Ermenistanê bi hegera pêkanîna dijminatiyê li hemberî Yêrîvanê ji serokê Komara Azerbaycanê rexne kir.
Li gorî rapora Armen Newsê, Ilham Eliyêv Serokê Komara Azerbaycanê demek beriya niha gotibû: Xortên Komara Azerbaycanê bi kîna dijî dijmin mezin bûne û hema vê nifşê karî erdên xwe ji bin dagirkeriya Ermenistanê azad bike.
Arman Tatûyan Berpirsê Mafên Mirovan ê Ermenistanê ev gotinên Eliyêv wek Nijadperestî da zanîn.