Amadetiya Rûsiyê jibo vejiyandina Peymana Navokî
Adar 08, 2021 09:47 Asia/Tehran
Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê amadetiya Rûsiyê jibo hevkariya digel aliyên Peymana Navokî jibo vejiyandina vê peymanê ragihand.
Li gorî rapora IRNAyê, Mîxaîl Olyanov, Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê êvara Pêncşemiyê xitabî ofîsa nûnertiya Amerîkayê li Viyenê di twitekê da nivîsî: Şirîkên amerîkî, hûn bi xêr hatin, Rûsiye jibo hevkariya digel gişt beşdarên Peymana Navokî jibo vejiyandina herî bilez a vê peymanê amade ye.