Erdheja li rojhilatê Endonezyayê
Adar 07, 2021 11:20 Asia/Tehran
Erdhejek heya astekê xurt rojhilatê Endonezyayê hejand.
Ajansa Xinhuwa ya Çînê ragihand ku navenda Sîsmolojî (tûmarkirina erdhejê) ya Endonezyayê diyar kir ku mezinahiya erdhejê li eyaleta rojhilatê Malukuyê 5.8 pileya Richter bû.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê 204 kîlometr dûrî bakurê rojavayê Maluku Tangara û di 10 kîlometriya kûratiya behrê ye.
Derbarê kuştî û birîndarên ji ber vê erdhejê hîn ti raporek belav nebûye.