Adar 06, 2021 15:06 Asia/Tehran
  • Eliyêv: Hikûmeta Bereya Gel - Musawatê Bakû kir dijminê hin cînaran

Serokê Komara Azerbaycanê ragihand ku partiyên Bereya Gel û Musawatê di dewreya hikûmeta xwe ya yeksalî di destpêka dehika nûdî da, Bakû kir dijminê hin welatên cînar.

Li gorî rapora IRNAyê, Ilham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê roja Îniyê di axaftina di heftemîn Kongreya Partiya Serdest a Azerbaycana Nûjen da got: Wan (Desthilata Bereya Gel û Musawat) di çalakiya xwe ya yeksalî da ziyaneke ciddî li pêwendiyên Komara Azerbaycanê û gelek welatan xistin û li dijî hin welatan hin îdia hilêxistin û Bakû kir dijminê hin welatên cînar.

Serokê Komara Azerbaycanê berpirsên desthilata Bereya Gel û Musawatê di bin fermana hin aliyên derveyî da zanîn û got: Hin aliyên derveyî destûr didan wan ku divê têkiliya wan bi çi welatekî ra hebe û bi çi welatekî ra tunebe; Siyaseta ku di wê serdemê da bû sebeba tecrîda Bakûyê.

 

 

Serepeyv