Adar 03, 2021 15:49 Asia/Tehran
  • Li Yewnanistanê erdhej çê bû

Li bajarê Larîssa yê Yewnanistanê erdhejek bi hêza 6.2 pileya rîşterê çê bû.  Li gor zanyariyan li seranserê wî welatî hest bi erdhejê hat kirin.

Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê diyar kir, 24 kîlomêtre ji aliyê bakurê rojavayê navenda bajarê Larissayê li gor saeta herêmî di 12:16an de erdhejek bi hêza 6.2 pileya rîşterê.

Hat ragihandin ku erdhej 15 kîlomêtre di binê erdê de çêbûye û 3 xulek şûnde bi hêza 4,4ê erdhejeke din çêbû.

Li paytexta wî welatî bajarê Atînayê jî hest bi erdhejê hate kirin.

Heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn ku tiştek bi kesî hatiye yan jî zirar gihaştiye mal û milk an na.

Serepeyv