Ji ber teqîna bombeyê li bakurê Almanyayê sê kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324210-ji_ber_teqîna_bombeyê_li_bakurê_almanyayê_sê_kes_birîndar_bûn
Polîsê Almanyayê qala birîndarbûna sê kesan ji ber teqîna bombeyê li bakurê vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2021 10:16 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna bombeyê li bakurê Almanyayê sê kes birîndar bûn

Polîsê Almanyayê qala birîndarbûna sê kesan ji ber teqîna bombeyê li bakurê vî welatî kir.

Li gorî rapora YJC, Polîsê Almanyayê ragihand ku roja Çarşemiyê ji ber teqîna li ofîsa navendî ya Rêzefiroşgehên "Lidl" li bajarê "Neckarsulm"ê li bakurê vî welatî sê kes birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, ev sê kes bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Yekîneya pûçkirina bombeyê derbasî nav avahiyê bû p Polîsê Almanyayê bi dorpêçkirina derdora avahiyê, nêzikî 100 kes ji wir derxistin.

Polîs dibêje ku renge sebeba vê teqînê pakêteke postê ye.