Bihayê neftê gihîşte asta herî jor ji meha Çileya 2020î va
Sibat 08, 2021 12:25 Asia/Tehran
Bihayê cîhanî yê neftê bo cara yekem ji Çileya 2020î va gihîşte 60 dolar di her bermîleê da.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sputnikê, Xweşbîniya delalan bo baştirbûna rewşa aborî ya cîhanê û pêngava Kongreya Amerîkayê jibo pesendkirina pakêtên aborî yên têkildarî belavbûna Vîrûsa Koronayê ji hegerên herî girîng ên zêdebûna bihayê cîhanî yê neftê ne.
Di vî halî da, her bermîla nefta brêntê bi zêdebûna sedî 0.81 gihîşte 60 dolar û 6 sent û asta herî jorîn a wê ji 29ê Çileya 2020î tê hesab.