Sibat 04, 2021 17:19 Asia/Tehran
  • Wîliyam Brunz bi fermî wek brendamê serokatiya CIA'yê hat nasandin

Srokomarê Amerîkayê bi awayekî fermî berendamê Ajansa Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) jibo piştrastkirina dawiyê bo Senayê da nasandin.

Koşka Sipî bi daxuyaniyekê ragihand ku Joe Biden serokomarê Amerîkayê bi fermî Wîliyam Brunz (William J. Burns) wek berendamê Serokatiya Ajansa Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) bo Senayê daye nasnadin.

Wîliyam Brunz balyozê berê yê Amrîkayê li Rûsiyê bûye.

Heke ew were piştrastkirin, dê dewsa Cîna Haspêl Serokê Niha yê CIAyê bigire û yekem kes be ku wek serokê Ajansa Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) pêştir li Wezareta derve xebiitye.

 

Brunz di dewleta Obama da wek Alîkarê wezîrê karên derve di gotûbêjên navokî yên Îranê da jî beşdar bûye.

 

 

Serepeyv