Nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Îranê hat tayînkirin
Çile 29, 2021 19:17 Asia/Tehran
Robêrt Malêy (Robert Malley) wek Nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Îranê hat tayînkirin.
Li gorî rapora Reutersê, Nûnerekî payeberz ê Wezareta karên derve ya Amerîkayê Pêncşemiyê ragihand ku Joe Biden Serokomarê vî welatî Robêrt Malî Şêwirmendê bilind ê taybetî Îranê di serdema Barak Obama serokomarê berê yê Amerîkayê wek Nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Îranê tayîn kir.
Robêrt Malêy endamekî tîma Obama di gotûbêjên navneteweyî derbarê Peymana Navokî ya digel Îranê bû.