Anthony Blinken bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê
Çile 27, 2021 09:30 Asia/Tehran
Senatoya Amerîkayê namzetê serokomarê nû Joe Biden ê Wezîrê karên Derve Anthony Blinken erê kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB Newsê; Senatoyê bi 78 dengên erê û 22 Na, Anthony Blinken wekî Wezîrê karên Derve yê Amerîkayê hilbijart. Li gorî vê, Anthony Blinken bû 71.emîn wezîr derve yê vî welatî.
Senator Rand Paul yek ji dijberên Blinken bû li Senatoya Amerîkî, rexne li siyaseta Serokê Amerîkî Joe Biden û her weha Blinken derbarê êrişa li ser Iraq, Lîbya û Sûriya kir û ew sedema çêkirina alozî û tevlîhevî û xercên trîlyon dolarî ji bo guhertina rejîman da zanîn.
Associated Press radigihîne ku Blinken dê wezîfeya bicihanîna peywira Biden hebe ku teza "Yekem Amerîkayê" ya Trump berevajî bike, ku tifaqên navneteweyî yên Amerîkayê lawaz kir.