Çile 23, 2021 16:50 Asia/Tehran
  • Alîgirên Navalnî li çend bajarên Rûsiyê derketin nav kolanan

Tevî qedexeya qanûnî, alîgirên dijberê ûris, Alexei Navalny, li çend bajarên Rûsiyê derketin nav kolanan.

Li gorî rapora IRNAyê, Li dû bangewaziya dijberên dewleta Rûsiyê jibo nîşandana nerazîtiya li hemberî girtin û zindanîkirina Alexei Navalny, dijberê ûris, bi dehan kes roja Şemiyê li çend bajarên Rûsiyê derketin nav kolanan.

Pirraniya nerazîtiyan li bajarên Rojhilata Rûsiyê ji wan Yakûtsk, Xabarovsk û bendergeha Vladîvostokê hatine lidarxistin.

Polîsê Rûsiyê komeke neraziyan girtiye.

Polîsên Moskoyê jî tevdîrên giran ên ewlehiyê pêk anîn û nehiştin ku kombûna neraziyan pêk were.

Alexei Navalny dijberê ûris ku ji ber kiryarên neqanûnî di girtîgehê da ye, daxwaza lidarxistina kombûnan dijî dewleta Rûsiyê kiribû.

Alexei Navalny hertim ji aliyê Amerîka û dewletên ewropî yên piştgirê Koşka Sipî va hatiye piştgirîkirin.

 

Serepeyv