Parek ji gotinên Joe Biden di merasima sondaxwarina qanûnî li Kongresa Amerîkayê
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden di merasîmeke mezin û dîrokî de sonda qanûnî xwar û bi fermî dest bi kar kir.
Li Amerîkayê îro di bin bergiriyên tund ên emnî de merasîma radestkirina desthilatê bo rêveberiya di bin serokatiya Joe Biden de, birêve çû.
Di çarçova wê merasîmê de Joe Biden li Kongresa Amerîkayê sonda yasayî xwar û bû 46emîn Serokê Amerîkayê û bi fermî dest bi kar kir.
Di yekem gotara xwe de weke Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, “Îro roja Amerîkayê ye, îro roja demokrasiyê ye, roja hêvî û dîrokê ye.”
Joe Biden tekez kir, “Em careke din fêr bûn ku demokrasî binirx e” derbarê tundûtûjiya li Kongresê di çend rojên derbasbûyî de jî got, “Yekîtî havênê yek netew e.”
Serokê nû yê Amerîkayê got, “Min sondeke yasayî ya pîroz xwar, hevşêweyê hemû niştimanperwerên din. Ew sond yekem car ji aliyê Waşîngton ve hat xwarin, lê çîroka Amerîkayê tenê bend nîne li ser kesek ji me, hinek ji me, belku bend e li me hemûyan. Bend e li ser wî xelkê ku yekgirtineke gelek temamtir dixwazin.”
Joe Biden spasiya hemû wan endamên herdu partiyên Demokrat û Komarî kir ku di merasîma sondxwarinê de amade bûn û tekez kir ku bi dirêjiya dîroka Amerîkayê de yekgirtin bi ser dabeşbûnê de serketî ye.
Li gor Biden, îdareya nû gelek kar li pêş e ku “divê sererast bike, rêk bixe, çareser bike, bingeh jê re dayne û bidest bixe.”