Çile 16, 2021 08:37 Asia/Tehran
  •  Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 93 milyon û 557 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da jimara waqieyan bi tevahî ji 93 milyon û 557 hezarî derbas bû.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê 2 milyon û 2 hezar û 982 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Jimara tûşbûyiyan derket 93 milyon û 557 hezar û 99an û 66 milyon û 863 hezar û 220 pêketiyên vîrusê jî baş bûn.

Li Amerîkaya ku herî zêde lê waqie û mirin hene bi 23 milyon û 848 hezar û 410 kesî ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 397 hezar û 994 kes jî mirin.
 

Serepeyv