Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 566 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan
Çile 13, 2021 22:34 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 63 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 13.01.2021ê li Rûsyayê di 24 saetên borî de 22 hezar û 850 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Rûsyayê geheşt 3 milyon û 471 hezar û 53 kesan.
Herwaha li Rûsyayê di 24 saetên borî de 566 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara pêketiyên ku jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheşt 63 hezar û 370 kesan.
Hat ragehandin li Rûsyayê heta naha 2 milyon û 854 hezar û 88 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.