Çile 13, 2021 09:19 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Operasiyona “Nêçîra Maran” asta nakokiyên di navbera Wifaqê de xurt dike

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnama El-Ereb wiha nivisî: “Ragihandina wezîrê karên hundi ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaxa ya têkildarî destpêkirina operasyonek ewlehiyê li dijî sûcên birêxistinkirî û qaçaxçitiya mirovan, rastî redkirina wezîrê parastinê yê vî welatî Selahdîn El-Nemrûş hat.

Li gorî nivîsîna Rojjnama El-Ereb çapa Londonê, Çavdêr destnîşan dikin ku operasyona “Nêçîrkirina Maran” a ku Başaxa ragihandiye, li dijî hegemonya milîşên li Terablusê, Zawiye û Zentanê ye.

Metirsiyên girêdayî encamên operasyona ku Başaxa ragihandiye ku bibe sedema gurkirina nakokiyan di navbera milîşan û hêzên din ên li rojavayê Lîbyayê de.

Hinek milîşan ên mîna milîşên Terablus, Zentan û Zawiyeyê bi fikar in ku ev operasyon asta hegemonyaya wan qels bike.

Li gorî pêşbiniyên çavdêran, ihtîmal heye ku milîşên Misratayê desteka vê operasyonê bikin da ku sazûmaniyên leşkerî yên din ên li rojavayê welêt lawaz bikin, bi taybet ku Başaxa ji Misratayê ye û ev bajar xwedî girîngiyeke leşkerî, siyasî û aborî ya girîng e.”

Serepeyv