Çile 11, 2021 21:05 Asia/Tehran
  • Li Spanyayê malên qurbaniyên Koronayê têne firotin

Li Spanya ji ber Koronayê, hejmareke zêde ya kal û pîran di dema Koronayê de canê xwe ji dest dan û xaniyên wan weke mîrate derbasî ser navê zarokan bûn. Niha li bazara emlakan a wî welatî bi hezaran xanî têne firotin.

Li gorî zanyariyan, bi taybetî li Madrîd û Katalonya  di nava mehekê de bi hezaran xanî weke mîrate ji xwediyê berê bo zarokan hatine veguhestin.

Bi tenê di meha Cotmehê de li Madrîd 2.078 xanî ji ber mirina xwediyê wan bo zarokan weke mîrate hatine veguhestin. Ev hejmar, di 13 salên dawî de ya herî zêde ye û rekordek tomar kiriye. Di Cotmeha sala 2019an de hejmara xaniyên mîrate 1.641 bû. Li Katalonya jî 3.034 xanî bê xwedî mane û derbasî destê duwemîn bûne.

Vê yekê hiştiye ku ofîsên kirîn û firotina xaniyan jî stratejiyeke nû ji bo firotinê bigrin ber xwe. Ew dibêjin, agahdar bûn ku dê rewşeke wiha were pêş û xwe amade kirine. Ew jî dibêjin, li gorî sala 2019an hejmara xaniyên mîrate, ji sedî 20 zêde bûye.

Ofîsên kirîn û firotinê didin zanîn ku ew wan xaniyan pir bi asanî difroşin ji ber ku mîratber amade ne bazarê bikin, erzan bidin û zû bifroşin.

Serepeyv