Li Rûsyayê 23 hezar û 309 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatin destnîşan kirin
Çile 09, 2021 23:44 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 61 hezar pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 09.01.2021ê li Rûsyayê 23 hezar û 309 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheştiye 3 milyon û 379 hezar û 103 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 470 pêketiyên din ên vîrusa koronayê di wan 24 demjimêrên borî de jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheştiye 61 hezar û 381 kesan.
Hat ragehandin li Rûsyayê 2 milyon û 754 hezar û 809 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.