Wezîra Perwerdehiyê ya dewleta Trump jî dest ji posta xwe kişand
Çile 08, 2021 09:11 Asia/Tehran
Domînoya istîfakirina endamên dewleta Amerîkayê ku ji roja bihurî va destpê bû, ,gihîşte Wezîra Perwerdehiyê.
Li gorî rapora Fox Newsê, Bêtsî Dêvos (Betsy DeVos) Wezîrêa perwerdehiyê ya Amerîkyê êvara Pêncşemiyê tevî rexneya ji aloziya roja Çarşemiyê li paytexta Amerîkayê û êrîşa alîgirên Trump ser Kongreyê, istîfa kir.
Pêştir ji Betsy DeVos, Olîn Çao Wezîrê veguhestinê ji dewleta Trump istîfa kir û sedema wê jî aloziya roja Çarşemiyê ya alîgirên Trump da zanîn.