Çile 07, 2021 19:05 Asia/Tehran
  • Senatorekî Demokrat: Cilên zindanê bo Trump amade bikin

Êrîşa ser Kongresê, Donald Trump rûbirûyê encameke xirab kiriye. Hejmarek kongresmanên Demokrat daxwaz kirine lêpirsîn ligel Donald Trump bê kirin. Herwiha senatorek dibêje, ji niha ve cîlên zindanê jê re amade bikin.

Ed Markey, Senatorê Demokrat, dibêje, “Trump wek mafyayekî ligel sekreterê Georgia axifî ye, gef lê xwariye û daxwaz jê kiriye hilbijartinê di berjewendiya wî de yekalî bike, divê kesek parêzerekî rast bo Donald Trump bibîne û pîvana wî bigrin daku cilên pirteqalî jê re bên amadekirin.”

Hejmarek wezîr, endamên Kongresê, Rêxistina Niştimanî ya Kompanyayên Amerîkayê û rêxistinên sivîl jî, daxwaza çalakkirina maddeya 25 a serrastkirî ya destûrê dikin.

Marc Morial, Serokê Komeleya Niştimanî ya Şaristaniya Amerîkayê, diyar dike, “Dûrxistina serokomar tenê eger di demên dawî de jî be bo parastina demokrasiya Amerîkayê pêwîst e, eger em bixwazin demokrasiya Amerîkayê biparêzin, ti hincetek nîne bo wêya ku îro qewimî.”

Bendên sêyem û çarem ên wê maddeyê taybet in bi guhertin û jikardûrxistina serokomar, di demekê de ku şiyana wî ya birêvebirina erk û berpirsyaretiyê nebe.

Ti yek ji van senator û siyasetvanên Komarî jî piştî wê bûyerê amade nebû berevaniyê li Trump bike. Wan jî got, Biden serokê bê yê Amerîkayê ye.

Lindsey Graham, Senatorê Komarî, diyar dike, “Ez îro di nav wan kesan de me ku dibêjim Joe Biden û Kamala Harris qanûnî hatin hilbijartin û dibin serokomar û cîgira serokomar di 20ê Çile de.”

Kongresê di demên dawî yên rûniştina îro de, serkeftina Biden pesend kir. 20ê Çile roja merasîma sûndxwarina Biden e, wek serokê Amerîkayê.

Herwiha çend deqeyan piştî pesendkirina Biden, Trump di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ligel rexneyên wî li encamên hilbijartinê, lê radestkirina desthilatê, di 20ê mehê de, bi awayekî rêkxistî dibe.

Serepeyv