Çile 07, 2021 16:14 Asia/Tehran
  • Îstifaya çend şêwirmendên mezin ên Qesra Spî piştî serhildana alîgirên Trump

Li dû kiryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya ku alîgirên xwe teşwîq kir ku êrîşî ser Kongresa vî welatî bikin, sê şêwirmendên payebilind ên Qesra Spî xwestin ku hevkariya bi ekîba Trump re bidawî bibe.

Li gorî IRNA-yê, di nav şêwirmendên sereke yên Trump de ku nema dixwazin bi rêveberiya Trump re xebata xwe bidomînin Robert O'Brien, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Qesra Spî ye.

Matt Patinger, cîgirê şêwirmendê ewlehiya netewî û Chris Liddell, cîgirê serokê karmendên Koşka Spî, di nav karbidestên din de ne ku dê bi zûtî îstifa bikin.

Di encama serhildana alîgirên Trump, beşek ji wan çûne nav Kongrêsa Amerîkayê li Washingtonê û ew jî bû sedema aloziyan û heta niha 4 kesan di nav van aloziyan de canê xwe ji dest dane û hejmarek ji polîs û xwepêşanderan jî birîndar bûn.

Serepeyv