Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 85 milyon û 509 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 85 milyon û 509 hezarî derbas bû.
Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 85 milyon û 509 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 850 hezar û 717 kes ji ber şewbê mirin.
Hejmara pêketiyan derket 85 milyon û 509 hezar û 30yî, 60 milyon û 457 hezar û 193 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 21 milyon û 113 hezar û 528an û ji ber şewbê heta niha 360 hezar û 78 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (10 milyon û 341 hezar û 291), Brezîlya (7 milyon û 733 hezar û 746), Rûsya (3 milyon û 236 hezar û 787), Fransa (2 milyon û 655 hezar û 728), Îngiltere (2 milyon û 654 hezar û 779), Tirkiye (2 milyon û 241 hezar û 912), Îtalya (2 milyon û 155 hezar û 446), Îspanya (milyonek û 936 hezar û 718), Almanya (milyonek û 783 hezar û 896), Kolombiya (milyonek û 675 hezar û 820), Arjantîn (milyonek û 640 hezar û 718), Meksîka (milyonek û 448 hezar û 755), Polonya (milyonek û 318 hezar û 562), Îran (milyonek û 243 hezar û 434), Afrîkaya Başûr (milyonek û 100 hezar û 748), Ukrayna (milyonek û 74 hezar û 93) û Peru (milyonek û 19 hezar û 475)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (196 hezar û 18), Hindistan (149 hezar û 686), Meksîka (127 hezar û 213), Îtalya (75 hezar û 332), Îngiltere (75 hezar û 24), Fransa (65 hezar û 37), Rûsya (58 hezar û 506), Îran (55 hezar û 540), Îspanya (50 hezar û 837), Kolombiya (43 hezar û 965), Arjantîn (43 hezar û 482), Peru (37 hezar û 830), Almanya (35 hezar û 105), Afrîkaya Başûr (29 hezar û 577), Polonya (29 hezar û 119), Endonezya (22 hezar û 734), Tirkiye (21 hezar û 488), Belçîka (19 hezar û 701), Ukrayna (18 hezar û 854), Şîlî (16 hezar û 767), Romanya (15 hezar û 979), Kanada (15 hezar û 865), Ekvador (14 hezar û 59), Iraq (12 hezar û 834 ), Çekya (11 hezar û 960), Hollanda (11 hezar û 612) û Pakistan (10 hezar û 350)."