Çile 03, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Biryara 11 senatorên Komarî ji bo redkirina serketina  Biden û teslîmbûna Pence li hemberî daxwaza wan

Yanzdeh senatorên Kongresê yên Komarî ragihandin ku wan biryar dane roja çarşemê li merasima piştrastkirina dengên Elektoral, serketina Joe Biden li hilbijartina Serokomariyê piştrast nekin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, ev îtirza û kiryara senatorên Komarî dê bibe sedem ku  herî kêm du saetan dengên eyaletên sereke di rûniştina Çarşemê ya Kongreyê de werin hilkolandin.

Alîkarê Serokomarê vê demê yê Amerîkayê Mike Pence ket bin gefa senatorên Komarî û piştgirî da biryara protestokirina encamên hilbijartinê. Piştî vê yekê nivîsgeha Pence di daxuyaniyekê de ragihand ku Mike Pence pêşwazî li hewildanên hin parlamenteran jibo protestokirina encamên hilbijartinê dike.

Berî niha Koleca Hilbijêran a Amerîkayê di rûniştinên xwe yên dengdanan de biryar da jimartina dengan di Kongrêsê de bi dawî bîne û serketina Biden pişt rast bikin.

Li gorî raportên medyaya Amerîkî, encamên dengdana Elektoral Kalecan nîşan da ku Joe Biden 306 deng bi dest xistin, di encamê de Biden bû serokomar hilbijartî û Kamala Harris jî bû cîgirê serokomarê hilbijartî.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump vîdyoyek weşand û ji alîgirên xwe xwest ku di 6-ê Çile de li New York li dijî encama hilbijartinan xwepêşandanek çêbikin ji ber ku biryar e wê rojê di rûniştina kongreyê de encama hilbijartina serokomariyê were piştrastkirin.

Serepeyv