Çile 03, 2021 11:22 Asia/Tehran
  • Li Fransayê ji duh ve derketina derve qedexe bû

Fransa di çerçova tedbîrên li himber belavbûna vîrûsa Koronayê derketina derve qedexe dike. Berdevkê hukumeta Fransayê Gabriel Attal, da xûyakirin ku ji roja 2.01.2021ê(duh) pêde li 15 bajaran , saet 18:00 heta saet 06:00ê derketina derve qedexe ye.

Navçeyên ku qedexe lê hatî ragihandin evin:Hautes-Alpes(Otalp), Alpes-Maritimes(Alp-Marîtîm), Ardennes(Ardên), Doubs, Jura, Marne, Haute-Marne(Ot-Marn) , Meurthe-et-Moselle(Murt-ê-Mozêl), Meuse(Muz), Haute-Saône(Ot-Saon), Vosges, Territoire-de-Belfort(Têrîtowar-du-Bêlfor), Moselle(Mozêl), Nivre û Saône-et-Loire(Saon-ê-Lowarê) ye.

Ji aliyê din qedexeya derkitina derve li Fransayê saet 20:00 heta saet 06:00 ê berdewam e. Dê 7ê mehê de hukumeta Fransayê ji nû ve nirxandinekê bike û biryarên nû bigre.

Serepeyv