Li Rûsyayê 487 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Kanûn 28, 2020 15:53 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 55 hezar û kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên îro yên dawiyê 28.12.2020ê li Rûsyayê 27 hezar û 787 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheştiye 3 milyon û 78 hezar û 35 kesan.
Herwaha li Rûsyayê di 24 saetan de 487 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheştye 55 hezar û 265 kesan.
Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 2 milyon û 450 hezar û 829 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.