Kanûn 25, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Piraniya Skotlandiyan li dijî Brexitê ne

Skotlendî her ji destpêkê ve li dijî wê yekê bûn ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê vekişe. Niha ku êdî Brexît temam dibe, Skotlendî dilgiran in û ev yek dihêle ku bereya serxwebûnxwaz bi dengekî bilindtir derkeve pêş û daxwaza cudabûna ji Brîtanya bikin.

Ligel belavbûna nûçeya rêkeftina bazirganî ya navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê piştî Brexitê, xem û bêdengî bi ser kolan û cadeyên bajarê Edinburgê de barî.

James Armour,  bazirganekî  Skotlandî û akinciyê Edinburgê ye, ew dibêje: "Eger ez hemû hestê xwe derbarê Brexitê de bi yek bêjeyê bînim ziman, wê demê bêguman dibêjim karesat e. Ez 3 salan li Danîmarka bûm û ji ber Brîtanya endamê Yekîtiya Ewropayê bû min karî li zanîngehên wê derê bê beramber bixwînim. Cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê şermezarî ye. Pirsgirêkeke din jî heye, wek hun dizanin piraniya Scotlandiyan dijî cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê deng dane. Lewra bo me zehmet e ku me dixwest ligel Ewropayê bimînin, lê niha divê cuda bibin."

Di referanduma sala 2016an a Brîtanyayê de, zêdeyî yek milyon û 660 hezar Skotlandîiyan deng bo mana di nav Yekîtiya Ewropayê de dan, li beramber tenê milyonek û 18 hezar dengên cudabûnê ku piraniya wan wek tê gotin bi esil Ingilîzî bûn ne Scotlandî. Loma niha beşa zêde ya Scotlandiyan bi awayekî li cudabûna ji Brîtanyayê difikirin.

Serepeyv