Koronaya brîtanyayî gihîşte Almanyayê jî
Kanûn 25, 2020 08:51 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiyê ya Almanyayê qala tomarkirina yekem babeta tûşbûna bi cûreya nû ya Vîrûsa Koronayê ku caran yekem li Brîtanyayê hatibû dîtin, li vî welatî kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezareta Tendurustiyê ya Almanyayê roja Pêncşemiyê ragihand, kesê tûşbûyî jinek e ku roja 20ê Kanûna 2020î ji Brîtanyayê derbasî Almanyayê bûye.
Di rojên dawî da gelek ji welatên ewropî ji wan Holand, Fransa, beljîka û Almanyayê ji ber diyarbûna vîrûsa pêşketî ya Koronayê li Brîtanyayê, li sînorên xwe li ser vî welatî girêdane.