Kanûn 20, 2020 10:28 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 18 milyon kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 323 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên dawî yên îro 20.12.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 18 milyon û 77 hezar û 768 kesan.

Herwaha heta naha li Amerîkayê 323 hezar û 401 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta naha li Amerîkayê 10 milyon û 545 hezar û 445 kes jî baş bûne.

Serepeyv