Kanûn 16, 2020 08:48 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Cezayê darvekirinê li zilamê ku 8 jin û mêrek kuştine hate birîn

Li gorî raporên nûçeyan, dadgeha Japonya cezaya darvekirinê ji bo zilamê ku 8 jin û mêrek kuştine, birîn

Marpela BBC diyar kir ku Takahiro Shirahi (Kujerê Twitter) di  2017’an de hate girtin, ew jî piştî ku hestiyên qurbanên wî li xaniyê wî hatin dîtin.

Shirahi marpela Twitter bi kar anî da ku jinên ku xwesteka wan ya xwekuştinê hebe bikişîne mala xwe û di hin caran de idîa dikir ku ew ê bi wan re xwe bikuje.

Shirahi (30 salî) li kuştina û perçekirina qurbanên xwe yên li ser marpela Twitter nas kirine, mikur hat.

Ajansa Nûçeyan a Kyodo ya Japonyayê ragihand: Shirahi di navbera Tebax û Cotmeha 2017'an de 8 jin û zilamek ku temenê wan di navbera 15 û 26 salî de bû, fetisandin û parçe kirin.

Medyaya herêmî ragihand ku zêde ji 400 kes beşdarî rûniştina dadgehê bûne, tevî ku li salonê tenê 16 kursî ji gel re hene.

Rojnameyeke Japonî diyar kir ku mala kujer li Zama, nêzîkê Tokyo, wekî "xaniya tirsê ye" piştî lêkolîneran 9 serên jêkirî û laşên perçe di qutiyên amûran de veşartî dîtin.

Dozgeriyê cezayê darvekirinê ji Shirahi re xwest. Ji ber wî li xwe mikur hat ku şênî kuştin û ser jê kirine. Lê parêzerê parastinê got tenê tawana "kuştina bi erêkirina qurbaniyan" li dijî muwekilê wî bibirin. Ji ber wan qurbaniyan bi xwe qebûl kirine.

Lê dadgerê ku biryar daye ragihand ku tu kes ji qurbanan qebûl nekir ku ew werin kuştin û sûcdar berpirsê vê yekê ye.

Serepeyv