Li Rûsyayê li dijî avahiyeke hêzên ewlehiyê êrişeke xwekujî pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322221-li_rûsyayê_li_dijî_avahiyeke_hêzên_ewlehiyê_êrişeke_xwekujî_pêk_hat
Li gorî medyaya Rûsyayê, duh li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê êrişeke xwekujî pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2020 08:19 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê li dijî avahiyeke hêzên ewlehiyê êrişeke xwekujî pêk hat

Li gorî medyaya Rûsyayê, duh li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê êrişeke xwekujî pêk hat.

Ajansa Interfax a Rûsyayê li gorî çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku xwekujekî li pêşiya avahiya Ewlehiya Federal a başûrê Rûsyayê xwe teqandiye.

Li gorî çavkaniyan, di teqînê de 2 kes birîndar bûne. Çavkaniyan wiha da zanîn: “Li gorî daneyên destpêkê, kesekî nenas teqîn pêk aniye û cihê bûyerê hatiye dorpêçkirin.”

Çavkaniyekî din jî ji ajansê re got: “Beriya teqînê, xwekuj nêzî komeke rayedarên ewlekariyê yên li deriyê têketina avahiya Ewlehiya Federal bû û bi qîrîna “Ellahu Ekber” xwe teqand.”