Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 15 milyon û 820 hezar kesan borî
Kanûn 10, 2020 13:30 Asia/Tehran
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 296 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 10.12.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheştiye 15 milyon û 820 hezar û 185 kesan.
Herwaha heta naha li Amerîkayê 296 hezar û 698 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dane û herwaha 9 milyon û 226 hezar û 411 kes jî baş bûne.