Kanûn 06, 2020 23:20 Asia/Tehran
  •  Li cîhanê zêdetirî 66 milyon kes bi koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 66 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û milyonek û 525 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên cîhanî yên ku îro li ser marpela Reuters hatine weşandin, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ji sala borî heya vê demê de zêde ji 66 milyon û 117 hezar kes bi koronayê ketine û milyonek û 525 hezar kes jî ji ber vê vîrusê can dane.

Li gorî Reuters, Amerîka welatê yekim e ku vîrusa Koronayê herî zêde lê belav bûye, piştre di rêjeya duyemîn heya pêncemîn de Brazil, Hindistan, Rûsya û Italya cih digirin.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên ku bi koronayê mirine Amerîka di rêzê yekê de ye, piştre Italya, Brazil, Meksîko û Rûsya tê.

Serepeyv