Koronayê bandoreke xerab li ser jiyana kêmendaman kiriye
Ji sala 1992ê ve, roja 3ê Kanûnê ji aliyê Netewên Yekgirtî (NY) weke roja kêmendaman hatiye qebûlkirin.
Di vê rojê de ji bo amaje bi rewşa astengdaran were kirin gelek bername û çalakiyên cuda tên encam dan. Beşek ji bername û çalakiyan ji bo zêdetir agahdar kirina xelkê ye di derbarê astengdaran de.
Ramazan Elîtaş, xanenişîn dibêje, “Li derdora min çend kesên astengdar hene. ez kêm zêde rewşa wan dizanim. Dibe ku ez rewşa hemûyan jî baş nezanim. lê em li hember wan erkên xwe bicih naînin, ji ber ku em jî di aliyê hizrên xwe de astengdar in.”
Mete Hesen Kadîroglu, pasevan diyar dike, “Ez wisa difikirim ku ihtimal heye rojekê em hemû bibin xwedî asteng ya ji destê min tê ez wan dûrî xwe nabînim. Her weke me, mafê wan jî hene.
Sîbel Atabey, aktîvîsta Mafê Zarokan, dibêje, “Zarokên hevalên min astengdar in ji ber wan ez rewşa wan pir baş dizanim.”
Ramazan Elîtaş, xanenişîn, dibêje, “Di destpêka her tiştî lazim em hizra xwe baş bikin. em bi wijdan û aqilê xwe kar bikin. yasa hebin çi ye nebin çi ye ? ma hemû tişt yasa ne ? Lazim e em bi xwe bibin yasa.”
Mete Hesen Kadîroglu, pasevan, diyar dike, “Na em mafên wan baş nizanin. Ji xwe ji ber wê kesên astengdar newêrin xweş xweş derkevin derve. Dema derdikevin derve jî em xwe ji wan dûr digirin.”
Sîbel Atabey, aktîvîsta Mafê Zarokan, dibêje, “Em çavên xwe li hember mafên wan û yasayan digirin. Hin kes bi zanebûn wisa dikin. kes giringiyê bi maf û yasayan nade.”