Mijdar 19, 2020 08:10 Asia/Tehran
  • Lavrof derbarê Qerebaxê bi serokên Koma Mînskê ra gotûbêj kir

Sêrgêyî Lavrof Wezîrê karên derve yê Rûsiyê digel serokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkairya Ewropayê hevdîtin pêk anî û bi wan ra derbarê çareserkirina kêşeya Qerebaxê axivî.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Çarşemiyê ragihand: Lavrof li Moskoyê digel serokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê pêkhatî ji Îgor Popov ji Rûsiyê, Stêfan Vîskontî ji Fransayê û Andro Şifêr ji Amerîkayê her wiha Ancî Kaspirjîk berrdevkê vê rêxistinê ra hevdîtin pêk anî.

Di vê gotûbêjê da rewşa navçeya Qerebaxê û derdora wê piştî wajokirina peymana Aştiyê hat hilkolandin.

Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê ji sala 1997an jibo çareserkirina kêşeya Qerebaxê hewil dide; Lê tu encameke berbiçav ji van hewildanan bi dest neketiye.

 

 

Serepeyv