Rojnameya El-Nehar: "Îhtîmal heye ku Trump bi carekê binkeftinê qebûl neke"
Derbarê encamên hilbijartinên Amerîkayê de, rojnameya El-Nehar wiha nivisî: “Ji dema serkeftina Joe Biden şemiyê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, Donlad Trump binkeftina xwe qebûl nake û gelek endamên Kongresê yên komaparêz jî piştgiriya Trump dikin.”
Trump herî kêm li 5 wîlayetên sereke gilî pêkêş kirin ku hilbijartin bi awayekî sexte derbas bûne. Li Gorgia ku encam pir nêzî hev bûn, dê dîsa deng bên hejmartin. Dibe ku li wîlayeta Wisconsin jî heman tişt çêbibe. Lê xuya ye ku ew hewldan vala ne û encamên hibijartinan ne pêkan e ku bên guhertin."
Pispor Barry Borden dibêje: “Îhtîmal heye ku Trump bi carekê binkeftinê qebûl neke. Heta niha doz li dijî encamên hilbijartinên 2016`an ku tê de bi ser ket vekiriye. Ji lewra dibe ku heta dawiya emrê xwe li dijî vê yekê derkeve. Dê baş be ku Trump bi binkeftina xwe qebûl bike.