Mijdar 12, 2020 16:33 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 439 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 439 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û ev cara yekeme li Rûsyayê rêjeya mirinê ewqas bilind dibe.

Li gor daxuyaniya Navenda Pêşîgirtin û Kontrol kirina Vîrusa Korona li Rûsyayê di 24 saetên borî de li Rûsyayê 21 hezar û 608 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara giştî ya pêketiyan li wî welatî geheştiye milyonek û 858 hezar û 568 kesan.

Herwaha di 24 saetên borî de 439 pêketiyan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên bi pêketina vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheştiye 32 hezar û 32 kesan.

Li Rûsyayê heta naha milyonek û 388 hezar û 168 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv