Mekron û Baydin bi telefonê bi hev ra axivîn
Mijdar 11, 2020 08:27 Asia/Tehran
Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê û Co Baydin berendamê Dêmokratan di Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê da bi riya telefonê bi hev ra axivîn.
Li gorî rapora Fars Newsê, Serokomarê Fransayê û berendamê Dêmokratan di Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê roja Sêşemiyê di vê gotûbêja telefonî da derbarê bereyek ji berjewendiyên hevpar ji wan têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê, pêkanîna ewlehiya cîhanî ya Tendurustiyê, Têkoşîna dijî gefa guhertinên hewa, xurtkirina Mafên Mirovan û pêkanîna jêrbinayekê jibo vejiyandina abora cîhanî axivîn.
Baydin her wiha amadetiya xwe jibo hevkariya derbarê pirsgirêkên cîhanî ji wan ewlehî û geşatiyê li Afrîqayê, pevçûnên li Ukrayn û Rûsiyê û bernanmeya atomî ya Îranê ragihand.