Serokomarê Ermenistanê: "Heke Tirkiye li Qerebaxê nebûya, ev şer dê gellek zû bi dawî bihata"
Mijdar 09, 2020 19:53 Asia/Tehran
Rojnameya Armen Pressê ji zarê Serokomarê vî welatî, Armên Sirkîsiyan nivîsî: ""Heke Tirkiye li Qerebaxê nebûya, ev şer dê gellek zû bi dawî bihata"."
Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya Armen Pressê ya Ermenistanê her wiha îro Duşemiyê nivîsî: "Hêzên Komara Azerbaycanê ji bajarê Laçînê paşve kişiyan."
Rojnameya Arm Radio ya Ermenistanê jî ji zarê Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanêî nivîsî: "Eliyêv xewn û hêviyên xwe weke rastiyê raber dike. Bajarê Şûşayê neketiye destê hêzên Komara Azerbaycanê."