Yekem encama ne-fermî ya Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê hat ragihandin
Malpera Projeya Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê yekem encama ne fermî ya Hilbijartina Serokomartiyê ya vî welatî ragihand.
Li gorî rapora IRNAyê, Malpera Projeya Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê îro Sêşemiyê, 3ê Mijdara 2020î, ragihand ku derdora 100 miliyon deng bi awayê amadehî û postî hatine hejmartin.
Li gorî vê raporê hîn 28 miliyon û 212 hezar û 749 deng venegeriyane nav sindoqan.
Li gorî vêraporê, li hin parêzgehên girîng ji 8 miliyon û 974 hezar û 896 dengên wergirtî li parêzgeha Florîdayê, 3 miliyon û 512 hezar û 211 deng bo Dêmokratan û 3 miliyon û 404 hezar û 88 deng bo Komarîxwazan û miliyonek û 933 hezar û 648 deng jî jibo aliyên serbixwe hatine tomarkirin.
Encama fermî ya Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê dê sibe Çarşemiyê were ragihandin.
Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê di halekî da li saeêtn dawiyê nêzik dibe ku ji hêla hejmara bêmînak a dengên beriya dema diyarkirî, nîgeraniya ji ihtimala alozî û tundiyê piştî wê û ji aliyê din va bandora pandemiya Koronayê li ser vê rûdanê, hilbijartineke bêmînak di dîroka vî welatî da tê zanîn.